Venêrîna hin Biyomarkerên Giraniya Nexweşiyê Wekî Pîvanên Klînîkî yên Covid-19 di Nexweşxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de

Authors

  • Narin and Slava Payamnour university (Iran), Kobane university (North and East Syria), Rojava university (North , Author

Abstract

COVID-19 nexweşiyek çend-pergalî ye ku ji hêla pêvajoyeke sîstemîk belav dibe û bi rêya bandorkirina li ser pergala parastinê dibe sedema çêbûna kulbûn û trombozê di laş de. Ev lêkolîn ji bo pêşbînîkirina pîvanên giranbûn û kujerbûna koronavirus (COVID-19) di newxeşan de li ser bingeha pîvanên hematolojiyê hat çêkirin. Di vê lêkolînê de 200 kesên bi nexweşiya COVID-19 hatin vekolîn. Parametrên hematolojîk ên nexweşan hatin berhevkirin. Wekî din, ji bo grûpa nexweşên giran radiyolojiya sîngê hate kirin. Daneyên domdar weke navînî û daneyên kategorîk weke dubarekirinê (%) hatin pêşkêşkirin. Daneyên domdar ên demografîkî û hematolojîkî li gorî giraniya enfeksyonê û bi rêya ezmûna Kruskal-Wallis H hatin analîzkirin (Softwarên SPSS-20 version‑20 û Med Cals). Di vê lêkolînê de navîna temenê nexweşan 49.5 û navînciya temen 55 sal, û ji 200 nexweşan 78 (39%) jin bûn. Li gorî biyomarkera giraniya nexweşiyê, di 30% nexweşan de nexweşî bênîşan bû, 40% sivik bû, 18,4% nexweşî navîn bû û di 11,6% de nexweşî giran bû. Bi bilindbûna giraniyê hat xuyakirin ku hejmara tevahî ya lukosît, neutrofîl, rêjeya nutrofîl-lîmfosît (NLR) û rêjeya nutrofîl-monosît (NMR) zêde dibe lê hejmara lîmfosît û rêjeya lîmfosît-monosît (LMR) kêm dibe (P <0.001). Ji ber vê yekê NLR, NMR û LMR ji bo pêşbîniya giraniya nexweşiyê û mirinê girîng in. Di kesên bi nexweşiyên giran/aloz de mezinbûna girêkên lîmfî, efûjina perîkardial, fibroza pişikê û efûjina plural bêtirî nexweşên asayî hat xuyakirin. Parametrên hematolojîk ên rûtîn, nîşankerên bilez û erzan ji bo naskirina nexweşên giran ên COVID-19ê ne. Bikaranîna parametrên hematolojîk di gel nirxandinên klînîkî dikare di biryara rastgirtina derbarê çavdêriyê nexweşên COVID 19’ê de bibe alîkar.

Downloads

Published

01-04-2023

Issue

Section

Articles

How to Cite

Venêrîna hin Biyomarkerên Giraniya Nexweşiyê Wekî Pîvanên Klînîkî yên Covid-19 di Nexweşxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de. (2023). Rojava Journal of Science and Technology, 1(1). https://rojavajournalscitech.ac/journal/article/view/17