Teknolojyên Nûjen di Mîkrobiyolojiya Xwarin û Vexwarinê de û Girîngiya wê di Asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de

Authors

  • Zozan Talati et al. Payamnour university (Iran), Kobane university (North and East Syria), Rojava university (North , Author

Keywords:

Mîkrobiyolojiya Xwarinê; Teknolojî; Bakteriyên Patojen; Rêbazên Lêkolîna Xwarin û Vexwarinê

Abstract

Ewlehiya xwarinê li çaraliyê cîhanê pirsgirêkek sereke di tenduristiya giştî de ye. Mîna li welatên din, pirsgirêkên ewlehiya xwarinê ya serdest li Rojava nexweşiyên girêdayî xwarinê ne ku ji hêla patojenên mîkrobiyê ve derdikevin holê. Mîkrobiyolojiya xwarinê weke qada lêkolînê ya dînamîk e ku dikare roleke pir sereke di beşên tenduristiya civakê û pîşesaziya xwarinê de bilîze. Rewşa ewlekariya xwarinê ya niha li Rojava pirsgirêkeke lezgîn e û heger tevdîrên guncav di dema xwe de neyên girtin, dê bandorên cidî li ser binesaziya aborî û tenduristiya welat bike. Şiyan heye ku piraniya xwarin û vexwarinên ku derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibin, nepaqijiyên mîkroorganîzmên nebaş, jehrên cûrbecûr û metalên giran tê de hebin. Divê em jî ji bo pêkanîna pratîkên ewlehiya xwarinê, tevdîrên pêwîst bigirin. Ji ber vê yekê, perwedekirina pisporan ji hêla ewlehiya xwarin û vexwarinê, pêşxistina labratwarên taybet ji bo kontrolkirina hemû mijarên pêwendîdar bi ewlehiya xwarin û vexwarinê û bikaranîna teknîk û teknolojiyên nûjen, gavên pir girîng in. Ev gotar piştî danasîna microorganîsmên patojen an xerabkera sereke di xwarinê de, rêgezên mîkrobiyolojîk ên nûjen û pêşketinên ku di warê pîşesaziyên xwarinê de hatine çêkirin, ronî dike.

Downloads

Published

01-04-2023

Issue

Section

Articles

How to Cite

Teknolojyên Nûjen di Mîkrobiyolojiya Xwarin û Vexwarinê de û Girîngiya wê di Asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de. (2023). Rojava Journal of Science and Technology, 1(1). https://rojavajournalscitech.ac/journal/article/view/16